Çavuşoglu: Balyozên Fransa û Almanyayê ji ber PKKê hatin hişyarkirin
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku ji ber çalakiyên PKKê li wan welatan nota dane balyozên Fransa û Almanyayê.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu îro 31ê Gulana 2022ê di bernameya ajansa fermî ya Tirkiyê de axivî û got, wan ji ber çalakiyên PKKê yên li Fransa û Almanyayê hişyarî dane balyozên her du welatan.
Mevlut Çavuşoglu herwiha diyar kir derbarê çalakiyên terorê yên li welatên Ewropayê de gavên pêwîst avêtine.
Çavuşoglu di axaftina xwe de amaje bi wê yekê da ku ne tenê Fransa û Almanya, lê belê Amerîka û çend welatên din jî piştgiriyê didin PKKê û diyar kir, ew vê yekê qebûl nakin.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê got, “Hinek welat dibêjin çalakiyên rêxistinên terorê ne dijî qanûnên me ne. Wê demê divê hûn qanûnê xwe biguherînin. Ya rast li welatên ku ev rêxistinên terorê qedexe kirine jî çalakiyên van rêxistinan berdewam in. Divê tedbîrên îdarî bên wergirtin. Em naxwazin ew derxistina qanûnê wek hincet bikarbînin.”
Rudaw
