• Monday, 23 February 2026
logo

Xwendekarekî Kurd li Zanîngeha Harvard xwendina xwe ya masterê temam kir

Xwendekarekî Kurd li Zanîngeha Harvard xwendina xwe ya masterê temam kir

Alan Akrêyî roja yekşemê 29ê Gulana 2022yan di merasîma dûrçûna xwendekarên Harvardê de di nava 74 netewan de weke yekane xwendekarê Kurd beşdar bû.

Xwendekarê Kurd Alan Akrêyî di 10ê Cotmeha 2020an de perwerdeya xwe ya masterê temam kir û duh beşdarî ahenga derçûna xwendekaran bû.

Perîxan Akrêyî, ku xwişka Alan e, derbarê birayê xwe û çîroka çûna malbata wan bo Ewropayê de ji K24ê re ragihand: “Tariq Kamil Akrêyî û Şîrîn Elî Ebdulezîz, bav û dayîka Alan in û di dawiya salên 60î de bi mebesta xwendina di beşên dermansazî û endezyariya elektrîkê de çûne Ewropayê, di heman demê de endamên Komeleya Xwendekarên Kurd bûn li Ewropayê.”


Perîxan diyar kir, Alan di sala 1977an de li Almanyayê jidayîk bûye û di sala 1996an de pewredeya xwe ya li dibistana Konigswinter bi puana bilind temam kiriye, ku piştre ji ber vê yekê perwerdeya Professor Rhein Stiftung wergirt, ji bo xwendina fîzîka atomî li Zanîngeha Ren Friedrich Wilhelm a li Bonnê, ku yek ji zanîngehên herî baş ên Almanyayê tê dîtin.


Piştî çendîn salên xwendin û karkirina li zanîngehê, di sala 2009an de Alan li Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomê ya Neteweyên Yekbûyî tê wergirtin û di sala 2017an de biryar dide li Zanîngeha Harvadê perwerdeya xwe bidomîne.


Perîxan Akrêyî derbarê perwerdeya birayê xwe diyar kir: “Di sala 2020an de Alan bi pileya 'nuwaze' mastera xwe temam kir û ji aliyê rektorê zanîngehê ve bawernameya rêzgirtinê jê re hate dayîn, herwiha ji 74 neteweyan, di bernameya xwendinê de Alan yekane Kurd e.”

 

K24

Top