• Monday, 23 February 2026
logo

Parêzgerekî ji kar hatî dûrxistin ê Iraqê ji bo xwe biryara destbikarbûnê derxist

Parêzgerekî ji kar hatî dûrxistin ê Iraqê ji bo xwe biryara destbikarbûnê derxist

Parêzgerê parêzgeha Selahedîn a Iraqê yê ji kar hatibû dûrxistin, piştî 10 roj biryara ji kardûrxistinê, bixwe bi nivîseke fermî ve biryara destbikarbûnê ji bo heman peywira xwe derxist.

Berî 10 rojan Parlamentoya Iraqê biryara ji kar dûxistinê ji bo parêzgerê Selahedînê Emar Cebir Xelîl Cibûrî da û kesek bi navê Emar Hîkmet bi wekalet cîha wî de hate danîn. Duh 29.05.2022yê Emar Cebir ê parêzgerê Selahedînê yê ji kar hatibû dûrxistin, bixwe biryar derbarê xwe de derxist û wek parêzgerê Selahedînê destbikarbûna xwe îmza kir.

Nivîsa bi hejmara 22 û ji du beşan pêkhatiye, beşa yekem dawî hatina erkê parêzgerê bi wekalet e û beşa duyem jî destbikarbûna parêzgerê ji kar hatî dûrxistin e.

 

Basnews

Top