• Monday, 23 February 2026
logo

Wezîrê demkî yê samanên sirûştî yê Kurdistanê dest bi kar bû

Wezîrê demkî yê samanên sirûştî yê Kurdistanê dest bi kar bû

Wezîrê demkî yê samanên sirûştî yê Kurdistanê bi fermî dest bi kar bû.

Çend roj berê wezîrê samanên sirûştî yê Kurdistanê, Kemal Etroşî ji ber pirsgirêkên tenduristiyê dest ji kar berdabû û îstifaya wî ji aliyê serokê hikûmetê ve hatibû qebûlkirin.

Li şûna wî, wezîrê elektirîka Kurdistanê Kemal Mihemed Salih bi rengekî demkî hatibû danîn.

Kemal Mihemed Salih wek wezîrê demkî yê samanên sirûştî bi fermî îro dest bi kar bû.

Di merasima destbikarbûna wî de serokê dîwana encumena wezîran Umêd Sebah jî amade bû.

 

 

Basnews

Top