Qaçaxçiyekî malbateke Hewlêrî li nav çem bi tenê hişt
Malbeteke 9 kesî ya nişteciyên Hewlêrê, ligel qaçaxçiyekî ber bi Tirkiyê bi rê ketin, lê belê li nav çemê Hizîl ku dikeve navbera sînorê Başûr û Bakurê Kurdistanê, qaçaxçî ew bi tenê hiştin.
Peyamnêrê K24ê Îslam Yûsif li Zaxoyê ragihand: “Piştî 4 demjimêr mayîna wê malbatê li nav çem, ji aliyê hêzên asayîş û Berevaniya Şaristanî ya Zaxoyê ve hatin rizgarkirin.”
Peyamnêrê me eşkere kir: “Wê malbatê xwest bi rêya qaçax derbasî welatê Tirkiyê bibe, çend endamên malbatê jin û zarok in.”
Herwiha ragihand: “Rewşa tendirustiyê ya endamên malbatê baş e, lê belê ji ber mayîna li nav avê, serma girtine, piştî rizgarkirinê bo Zaxo hatin veguhestin û di cihekî aram de ne.”
K24
