• Monday, 23 February 2026
logo

Tirkiyê kuştina 2 leşkerên xwe li Zapê ragihand

Tirkiyê kuştina 2 leşkerên xwe li Zapê ragihand

Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand, di şer û pevçûnên li gel PKKê de li navçeya ku operasyona Pence-Kilîd lê birêve diçe, 2 leşkerên artêşa wî welatî hatin kuştin. HPG jî dibêje 12 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.

Operasyona Pence-Kilîd a artêşa Tirkiyê li navçeyên Zap, Avaşîn-Basyanê di nav axa Herêma Kurdistanê de berdewam e.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku ragihand, çawîşê pispor ê piyade Muhammed Serttaş ê ku li herêma Operasyona Pence-Kilîd 27ê Gulanê di şerê ligel PKKê de birîndar bibû, canê xwe ji dest da.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê herwiha da zanîn ku li heman herêmê duh çawîşê pispor ê piyade Îslam Sancak jî di şerê ligel PKKê de hat kuştin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) di daxuyaniya dawî de ku roja Yekşemê 29ê Gulana 2022an piştî nîvro belav kiriye, amaje bi wê yekê daye ku hêzên wan li navçeya Zapê 12 serbazên artêşa Tirkiyê kuştine û 6 leşkerên din jî birîndar bûne.

HPGê herwiha dibêje, hêzên wan helîkoptereke artêşa Tirkiyê ya ji corê Skorskî têkşikandine û dronek jî xistine xwarê.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê herwiha duh di daxuyaniyekê de ragihand, ku bi firokeyên şer pêgehên PKKê li navçeya operasyona Pence-Kilîd hatine bombebarankirin.

Li gor daxuyaniyê, di êrîşê de 9 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dane.

 

Rudaw

Top