• Monday, 23 February 2026
logo

Serok Barzanî li ser koça dawî ya têkoşer Gulebax peyamek belav kir

Serok Barzanî li ser koça dawî ya têkoşer Gulebax peyamek belav kir

Serok Mesûd Barzanî li ser koça dawî ya pêşmergeyê Îlon û Gulanê û hilgirê medalyaya Barzaniyê Nemir, Refîq Arif Emîn ku bi navê Gulebax tê nasîn, peyamek belav kir.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi xemgîniyeke mezin, nûçeya koça dawî ya xebatkarê gelê me Kak Refîq Arif Emîn, ku wek Gulebax dihat nasîn, gihîşt me.

Heval Gulebax pêşmergeyê şoreşên Îlon û Gulanê û xwedanê medalyaya Barzaniyê Nemir û wefadarê rêbaza kurdîtî û mirovekî xebatkarê devera Koye û Kurdistanê bû.

Wî jiyana xwe bo azadî û serfiraziya gelê xwe terxan kir û ji destdana wî xisaretek mezin e.

Ez sersaziyê li xwe û malbat û mirov û hevalên Gulebax û hemû pêşmerge û xebatkarên Kurdistanê dikim û xwe şirîkê xema wan dizanim.

Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ruha rehmetiyê Gulebax bi behişta berîn şa bike û sebir û aramiyê bide hemiyan.

Înna Lîllah We Înna Îleyhî Raîûn

Mesûd Barzanî

 

K24

Top