• Monday, 23 February 2026
logo

Li Hewlêrê 14 kes ji ber vexwarina alkolê li cîhên giştî hatin girtin

Li Hewlêrê 14 kes ji ber vexwarina alkolê li cîhên giştî hatin girtin

Rêveberiya polîsê parêzgeha Hewlêrê bi daxuyaniyekî amaje bi wê yekê dike ku li Hewlêrê 14 ji ber vexwarina alkolê li baxçe û cîhên giştî hatine girtin.

Îro 29.05.2022yê rêveberiya polîsê parêzgeha Hewlêrê daxuyaniyek di tora xwe ya civakî facebookê de belav kir û ragehand: ‘’Polîsê Hewlêrê şeva borî li ser cadeya Hewlêr – Koye helmetekî de 14 kesên ku bi tometa vexwarina madeyên alkolî li cîhên giştî û baxçeyan de girtiye.’’ Herwaha dest daniye ser çend otomobil û demançeyan jî.

Polîsê Hewlêrê got, tometbar û tiştên wan ên li gel bûn, bi armanca rêkarên yasayî radestî polîsê Serweran ên wê herêmê hatine kirin.

 

Basnews

Top