Festîvala Navdewletî a Fîlmên Jinan a Gêzika Gerok dest pê kir
Li Enqereya paytexta Tirkiyê, 25.mîn Festîvala Navdewletî a Fîlmên Jinan a Gêzika Gerok di 26ê Gulanê de bi merasîma vekirinê dest pê kir.
Li Tirkiyê festîvala ewil a derhênerên jin ev 25 sal in tê sazkirin. Festîvala Navdewletî a Fîlmên Jinan a Gêzika Gerok, 25emîn car li bajarê Enqereyê birêve diçe. Festîval armanc dike ku ji bo sînemagerên jin bibe platformeke hevpar û pirsgirêkên derhênerên jin çareser bike. Ji loma jî sînemager û sînemahezên jin eleqe û girîngîyeke mezin didin festîvalê. Îsal di çarçoveya festîvalê de ji welatên cîhanê 65 filmên 60 derhênerên jin dê bêne nîşandan. Her wiha di festîvalê de du fîlmên bi Kurdî jî dê bêne nîşandan. Festîval wê bi maweya 10 rojan heta 5ê Hezîranê berdewam bike.
Dîrektora Festîvalê Nil Kural dibêje: “Ji ber ku Festîval 25 saliya xwe pîroz dike me îsal girîngiyeke mezin da amadekirina wê. Di festivalê de fîlmên ku dê bêne kifşkirin û fîlmên navdar ú xelatgirtî jî hene. Her wiha 2 fîlmên bi Kurdî jî hene. Heta ji destê me tê em cih didin fîlmên Kurdî."
Festîval armanc dike ku ji bo sînemagerên jin bibe platformeke hevpar da ku film û berhemên derhênerên jin zêdetir bên berçav. Her wiha di festîvalê de fîlma Kurdî û Almanî “Sonne” ya derhênera Kurd Kurdwîn Ayub û belgefîlma bi Kurdî “Heskîf” ya derhêner Elif Yigit cih digrin. Dîsa belgefîlmeke li ser Dayikên Şemiyê jî dê bê nîşandan.
Temaşevan Necla Aslan jî got: “Li Tirkiyê hebûna festîvala fîlmên jinan pir girîng e. Li Tirkiyê gelek alîyên ku ji mafên xwe hatine bêparkirin hene. Jin jî yek wan aliyan e. Ji loma jî bi sînemayê behskirina pirsgirêk û daxwazên wan girîng e.”
Festîval îsal bi temaya “Mîrateya Jinan” tê lidarxistin û piraniya fîlman li ser mijarên femînizm,têkoşîn û serhildana jinan, edalet, xweza û aştiyê radiweste.
Cansu Altıntaş jî got: “Ez bi salan e vê festivalê dişopînim. Ji bo me jinan û ji bo sînemagerên jin derfeteke baş e. Lewra ev festîval pirsgirêk û daxwazên jinan ku tim tên paşguhkirin radixe ber çavan.”
25mîn Festîvala Navdewletî a Fîlmên Jinan a Gêzika Gerok ku di 26ê Gulanê de dest pê kir, wê bi maweya 10 rojan heta 5ê Hezîranê li Sînemaya Kizilayê ya Buyulu Fener û li Navenda Hunerên Hevçax a Şaredariya Çankayayê birêve biçe.
Rudaw
