Daxuyaniyek ji Baregayê Barzanî ve bo raya giştî
Baregayê Barzanî di daxuyaniyekî amaje bi wê yekê kir ku çend daxuyaniyên çêkirî yên bi navê Serok Barzanî ve hatine belav kirin û ew dûr in ji rastiyê.
Îro 29.05.2022yê Baregayê Barzanî daxuyaniyeke ji bo raya giştî de ragehand: ‘’Hejmarek malper û torên civakî yên erebî derbarê biryarên dadgeha federal û encûmena nûnerên Iraqê de daxuyanî bi navê Serok Barzanî ve çêkirine û belav kirine. Em ji vê derê radigehînin ku ew mijar dûrin ji rastiyê û ti bingehekî wan tine.’’
Basnews
