• Monday, 23 February 2026
logo

Berdevkê YNKê: Binemayek ji bo çareserkirina pirsgirêkên YNK û PDKê hatiye danîn

Berdevkê YNKê: Binemayek ji bo çareserkirina pirsgirêkên YNK û PDKê hatiye danîn

Piştî civîna hefteya borî, niha Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) amadekariyan dikin ji bo careke din bicivin. Berdevkê YNKê jî dibêje: “Biryar hatiye dayîn bi riya zincîreyek ji civînan, çi di berjewendiya gelê Kurdistanê de be, em ê bikin.”

Piştî demekê ji alozî û pirsgirêkên di navbera wan de, hefteya borî Polîtburoya PDK û YNKê li Hewlêrê civiyan û karîn ta radeyekê pêwendiyên xwe asayî bikin. Niha jî amadekarî ji bo civîneke din dikin.

Di vê derbarê de, Berdevkê YNKê Soran Cemal Tahir ji K24ê re got: “Civîna hefteya borî ya PDK û YNKê, civîneke girîng bû, ji ber ku di du mehên borî de me birînên hevdu kolandibûn, ji ber wê yekê di vê civînê de binemayek ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera me de hatiye danîn û zincîreyek ji hevdîtinan tê kirin.”

Her wiha got jî: “Me her du aliyan biryar daye, her çi di berjewendiya gelê Kurd de be, bikin.”

PDK destpêşxerî ji bo encamdana civîna borî kiribû û Serokê Herêma Kurdistanê ku di heman demê de Cîgirê Serokê PDKê ye, hefteya borî li Silêmaniyê ligel aliyên siyasî civiyabû. Berpirsekî PDKê jî dibêje, pêwîst e ew û YNKê li ser hêlên giştî li hev bikin.

Kargêrê Liqê Çarem a PDKê li Silêmaniyê Berzan Osman ji K24ê re ragihand: “Pêwîst e em hêlên giştî biparêzin, wek pêwendiyên me ligel Bexdayê, pêwendiyên herêmî û hêla hikumdariyê. PDK û YNKê di hikumdariyê de hevbeş in û divê bi berpirsyarî vê hevbeşiyê hilgirin. Bi taybet ku niha proseya hilbijartinê li pêş me ye û divê bi hev re hewleke cidî ji bo wê bidin.

Di civîna hefteya borî de, PDK û YNKê tekezî li ser hevkarî û piştevaniya li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û sazî û dezgehên wê yên rewa û nehîştina şerê ragihandinê li hember hev kirin.

 

K24

Top