Otobûsa leşkerên Hindîstanê têde wergerya û 7 leşkeran canê xwe ji dest dan
Li herêma Ladakh a li ser sînorê Hindîstanê yê pirsgirêka wê li gel Çînê heye otobûsa ku leşkerên Hindîstanê têde wergerya û di bûyerê de 7 leşkerên Hindî jiyana xwe ji dest dan, 19 kes jî birîndar bûn.
Polîsê Hindîstanê ragehand, li herêma Ladakhê otobûsa ji aliyê artêşê ve hatiye kirê kirin wergeryaye û gêrbûye geliyê Nubra. Di bûyerê de ji wan leşkerên ku di otobûsê de bûn ji wan 7 kesan jiyana xwe ji dest dane û 19 leşker jî birîndar bûne.
Rayedarên leşkerî jî ragehandin, ew leşkerên birîndar veguhestina nexwaşxaneya leşkerî ya li bajarê Chandigarhê.
Basnews
