‘Armanca Tirkiyê ew e ku ji Amerîkayê tawîzên nû werbigire’
Prof. Dr. Sambur got, “Tirkiye niha dixwaze mijara Swêd û Fînlandê weke kartek an jî derfeteke nû bi kar bîne. Armanca Tirkiyê ew e ku ji Amerîkayê tawîzên nû werbigire. Her çiqas ev mijar weke meseleya Swêd û Fînlandê were dîtin jî, Tirkiye dixwaze di mijara NATOyê de bi Amerîkayê re muzakere bike.”
Swêd û Fînland a ku dixwestin bibin endamê NATOyê, serlêdanên xwe kirin lê Tirkiyê diyar kiribû ku ew ê endambûna wan welatan a di NATOyê de qebûl nekin.
Civîna roja Çarşemê ya di navbera Swêd, Fînland û Tirkiyê de, bi serokatiya Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin û Cigîrê Wezîrê Derve Sedat Onal hat lidarxistin. Swêd û Fînland bi serokatiya Sekreterê Giştî yê Ofîsa Serokwezîriya Swêdê Oscar Stenstrom û Musteşarê Wezareta Derve ya Fînlandê Jukka Salovaara beşdarî civînê bûn.
Îbrahîm Kalin, piştî hevdîtinê bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew li hêviya gavên berbiçav in û got, “Daxwaza me ji wan ew e ku li ser rêxistinên terorê di warê rêxistinî, darayî û propagandayê de gavên berbiçav bavêjin. Me di civînê de daxwaza xwe ya radestkirinê ji 2 welatan anî rojevê. Me diyar kir ku PYD û YPG jî wek PKKê heman rêxistin in.”
Li ser mijarê Mamosteyê Zankoya Yildirim Beyazit a Enqereyê, Pisporê Têkiliyên Navneteweyî Prof. Dr. Bîlal Sambur got, “Tirkiye niha dixwaze mijara Swêd û Fînlandê weke kartek an jî derfeteke nû bi kar bîne. Armanca Tirkiyê ew e ku ji Amerîkayê tawîzên nû werbigire.
Her çiqas ev mijar weke meseleya Swêd û Fînlandê were dîtin jî, Tirkiye dixwaze mijara NATOyê bi Amerîkayê re muzakere bike. Tirkiye dixwaze di navbera Erdogan û Biden de têkiliyeke nêzik hebe, dixwaze doza Halkbankê bê hilweşandin. Di heman demê de Tirkiye ji Amerîkayê dixwaze ku li Rojava rê bide wan. Her wiha Tirkiye daxwaza alîkariya aborî ji Amerîkayê û Yekîtiya Ewropayê.”
"Ew difikire ku ji ber Swêd û Fînlandê Amerîka dê zêde deng neke."
Prof. Dr. Bîlal Sambur têkildarî gefa operasyoneke nû ya Tirkiyê li dijî Rojavayê Kurdistanê anî ziman, “Ji xwe wek ku biryar hatiye dayîn, dê îro li MGKê fermî bibe. Tirkiyê hemû amadekariyên xwe kirine. Ew difikire ku ji ber Swêd û Fînlandê Amerîka dê zêde deng neke.
Tirkiye vê demê ji bo xwe xweş dibîne. Ez difikirim ku operasyon tenê li hêviya dema xwe ye û dê were kirin."
Têkildarî operasyoneke nû ya Tirkiyê Bîlal Sambur got, “Tirkiye dibêje Amerîka destûrê bide jî nede jî ez ê vê operasyonê bikim. Divê em bi nêrîna ‘Amerîka yan Rûsya yan jî rêveberiya Sûriyê di kîjan xalê de li dijî raweste‘ li vê mijarê binêrin.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan di 16ê Gulanê de li ser endambûna Swêd û Fînlandê bo NATOyê gotibû, "Her du welat jî li hemberî rêxistinên terorê xwedî helwesteke zelal û eşkere nînin. Di vê pêvajoyê de eger bibêjin em li dijî rêxistinên terorê ne jî, daxuyaniyên wan hene ku ew ê terorîstan teslîm nekin. Beriya her tiştî em ê di vê pêvajoyê de ji kesên ku siza li ser Tirkiyê sepandine ji bo tevlî NATO ya ku rêxistineke ewlekariyê ye, nebêjin 'erê'."
Rudaw
