Zankoya Kurdistanê û UN dixwazin pirsgirêkên xwendevanên Rojava çareser bikin
Hejmareke zêde ji xwendekarên Rojavayê Kurdistanê pirsgirêka wan a denknebûna bawernameyê heye, ji ber wê yekê nikarin biçin zankoyê.
Zankoya Kurdistanê û Neteweyên Yekbûyî, dixwazin ji wê pirsgirêkê re çareseriyekê bibînin ji bo ku xwendekar ji çûna zanîngehê bêpar nemînin.
Berpirsên Zankoya Kurdistanê û Neteweyên Yekbûyî li xwendekaran guhdarî kirin û diyar kirin ku çi ji dest wan were ew ê bikin.
Nêçîrvan Ehmed 4 sal in hewla xwendina zankoyê dide lê heta niha bawernameya wî nehatiye rastkirin.
Nêçîrvan Ehmed di sala 2017an da ji bo ku berdewamiyê bide xwendina xwe ya zankoyê berê xwe da Herêma Kurdistanê lê bi gotina wî rotîna birêvebirina belgeyên wî yên xwendinê, ew ji xwendinê bêpar kir.
Penaberê ji Rojavayê Kurdistanê Nêçîrvan Ehmed got, “Babeta denkkirina ewraqên min, hin ewraqan dixwazin ku li Sûriyê tunebûn.”
Eyaz Dara jî xwedî kêşeyê ye û li parêzgeha Hemaya Sûriyê beytarî dixwend û ji ber rewşa Sûriyê nekarî berdewam bike.
Eyaz Dara di sala 2018an de ji ber xwendina xwe ji Qamişlo koçberî Herêma Kurdistanê bû lê ta niha rê û şûnên belgeyên wî bidawî nehatine.
Penaberê Rojavayê Kurdistanê Eyaz Dara anî ziman, “Ez berê jî li ser xebitîm, ji sala 2018an heta îro û îcraat gelekî zehmet bûn. Heger bi vî rengî bimîne xirab e, ez bi xwe dizanim ku 27 kes heman kêşeya me hebû, hinek ji wan bi qaçaxî çûn em 2 kes mane.
Ji bo zanîna van kêşeyan û dîtina çareseriyekî ji wan re, zankoya Kurdistan ew xwendevan û UNHCR li hev kom kirin jib o zanîna kêşeyên wan û dîtina riyan ji xwendekaran re.
Ragirê vekolîn û peywendiyên derve yê Zankoya Kurdistanê Dr. Beyar Mistefa ji Rûdawê re got, “Pirsgirêk bêhtir bi burokrasî, rewşa madî, kêşeyên diplomayê û sîstema xwendinê ve girêdayî ne.”
Ji bo wergirtina xwendekarên Rojavayê Kurdistanê di nava zankoyan de, pêwîst e bawernameyên wan li perwerdeya Herêma Kurdistanê werin rastkirin ku bi gotina xwendekaran bi salan dirêj dikin yan jî divê pola 9 heta 12 li Herêma Kurdistanê xwendibin.
Li gor Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demokratên Rojavayê Kurdistanê, 540 penaberên Rojavayê Kurdistanê li zankoyên Herêma Kurdistanê dixwînin. Tenê bo sala 2022an 230 kes hatin wergirtin.
Rudaw
