Konsulê Giştî yê Brîtanyayê: Serdana Mesrûr Barzanî bo Londonê bernameya me destnîşan kir
Konsulê Giştî yê Brîtanya yê li Hewlêrê David Hunt behsa serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo Brîtanyayê kir û ragihand, "wê serdanê bernameya me ya kar destnîşan kir".
David Hunt diyar kir: “Pêwendiyên navbera Brîtanya û Herêma Kurdistanê ji hemû deman kûrtir û bihêztir in. Em her roj bi awayekî berdewam li konsulxaneyê dixebitin, da ku em bizanin di çi warî de dikarin hevkar û hevahengiyê ligel Herêma Kurdistanê bikin, da ku em zêdetir bi hev re bixebitin û pêwendiyên xwe berfirehtir bikin.”
Hunt eşkere kir: “Serdana vê dema dawî ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Brîtanyayê, ajendayek ji bo me destnîşan kir, da ku em bizanin di nava çend salên bê de çi bikin ku pêwendî û hevkariyên xwe kûr bikin.”
Konsulê Giştî yê Brîtanyayê herwiha da zanîn: “Hejmarek kompaniyên gelek baş di warê otomobîl û xwarin û vexwarinê de li Herêma Kurdistanê ne. Em dixwazin kompanên zêdetir ên Brîtanî li Herêma Kurdistanê veberhênanê bikin. Ez hemû hewldanên xwe dikim û wan han didim, ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî em gelek ji nêz ve li ser vê mijarê dixebitin, bi taybetî ez dixwazim çend kompaniyên Brîtanî yên di warê perwerdehiyê de vexwînim, da ku em hevahengiyekê di warê perwerdehî û xwendina bilind de ava bikin, çimkî di wî warî de derfetên karkirinê zêdetir hene.”
Di beşeke din a avaftina xwe de derbarê Pêşmerge de got: “Karekî erênî ye ku Brîtanya ligel hevbeşên xwe yên weke Amerîka, Holanda û Almanyayê ji nêz ve ligel Pêşmerge di çaksaziya sektora serbazî de dixebite.”
David Hunt dibêje: “Armanca hevkariyên me yên di vî warî de ji bo wê yekê ye ku Pêşmerge baştir bikare rûbirûyî gefên niha û diberojê bibe. Pêşmerge hêzeke şerker a bihêz û bibador e, em dixwazin ligel wan bixebitin, da ku şiyanên wan zêdetir bibe di bersivadana gefan de. Ev destkefteke erênî ye di vî warî de. Em hêvîdar in di du salên bê de bi hev re zêdetir kar bikin. Hêzên 70 û 80 bikin yek û fermandariyên wan piştevaniyê bikarin weke yek hêz û fermandarî kar bikin.”
Li ser proseya hilbijartinên giştî yên Herêma Kurdistanê, Konsulê Giştî yê Brîtanyayê got: “Em piştevaniya birêveçûna hilbijartinên Herêma Kurdistanê dikin di dema xwe ya diyarkirî de. Bi vê yekê dê bibe nimûne û meşaleya demokrasî û nirxan li navçeyê. Herwiha ji bo Herêma Kurdistanê jî derfetek e ku baweriya xwe ya bi demokrasiyê, bêhtir bihêz bikin û bibin rênîşander ji bo ewên din jî, li gor min ev jî tiştekî baş e.”
K24
