Parlamentoya Iraqê projeya qedexekirina asayîkirina pêwendiyên ligel Îsraîlê pesend kir
Parlamentoya Iraqê projeyasaya qedexekirina asayîkirina pêwendiyan ligel Îsraîlê bi piraniya dengên amadebûyan pesend kir.
Îro 26ê Gulana 2022yan Parlamentoya Iraqê civîna xwe ya di çarçoveya werza yekem a qanûndanînê ya sala yasayî ya yekem a gera pêncem a hilbijartinan de bi serokatiya Mihemed Helbûsî saz kir.
Di civîna îro ya parlamentoya Iraqê de 275 parlamenter amade bûn û tê de projeyasayek derbarê qedexekirina peywendiyên ligel Îsraîlê hat gotûbêjkirin.
Parlamentoya Iraqê di civînê de biryar da navê qanûna "Qedexekirina Asayîkirin û Damezrandina Têkiliyên bi Statuya Siyonîst re" bo "Qanûna Tawanbarkirina Asayîkirina Peywendiyan bi Statuya Siyonîst re " bê guherandin.
Iraq yek ji wan dewletan e ku heta niha jî Îsrîalê bi fermî nas nake û ti peywendiyek di navbera Bexda û Tel Avîvê de nîne. Piraniya hêzên siyasî yên Iraqê jî normalîzekirina têkiliyan bi Îsraîlê re red dikin.
Pêncşema borî 19ê Gulana 2022, parlamentoya Iraqê pêşnûmeya yasaya qedexekirina asayîkirin û danîna peywendiyan ligel Îsraîlê gotûbêj kiribû. Armanc ji wê yasayê ev e ku rê li her cure têkiliyên bi Îsraîlê re bê girtin.
K24
