Nêçîrvan Barzanî: Pêşmerge bo parastina Kurdistanê hatiye damezrandin
Serokê herêmê li akademiya leşkerî ya Zaxoyê ye.
Îro akademiya leşkerî ya Zaxoyê dawî bi 27mîn devreya perwerdehiya xwe anî.
Di merasîmê de Serokê herêmê Nêçîrvan Barzanî, Cîgirê Serokwezîr û hijmareke din rayedarên leşkerî yên Kurdistanê amade bûn.
Di merasîma han de Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir û balkêşande ser girîngiya yekxistina hêzên pêşmerge û reformên nava wezareta pêşmerge û ragihand ku pêşmerge bo parastina Kurdistanê hatiye avakirin ne ji bo parastina partî û aliyên siyasî lewre lazime hêzên pêşemrge werin yekxistin û bibin artêşeke nîştimanî û ji bin bandora part û aliyên siyasî de derkevin.
Nêçîrvan Barzanî herwiha anî ziman ku nabe em metirsî û hovîtiya DIŞIê bikêm bizanin jiber ku hîn jî ev metirsiya han heye û gelek jî mezine, lewre lazime em hêzên pêşmerge yek bixin û di her warî de bo rûbirû bûna metirsiyan wan amade bikin.
Barzanî di beşeke din ji gotara xwe de rixmî pîrozbayî kirin ji derçûnên akademiyê hevdem hêviya serkeftinê bo wan xwest û anî ziman lazime hun berevanîkarên Kurdistanê bin û xizmeta Kurdistanê bikin.
Nêçîrvan Barzanî di dirêjahiya gotara xwe de diyar kir ku, beriya çend rojan li akademiya Qela Çiwalan jî bi heman şêwe daxwaza yek xistina hêzên pêşmerge û nehêştina bandora part û aliyên siyasî li ser hêzên pêşmerge kiriye û got: Lazime reformên nava wezareta pêşmerge bidomin û hêzên pêşmerge werin yekxistin.
Derbarê civîna duhê ya PDK û YNK yaku bi Serokatiya Serokê herêmê Nêçîrvan Barzanî hatibû lidarxistin jî Nêçîrvan Barzanî got: Civîneke gelek baş û erênî bû.
