Çîn: Amerîka bi agir dilîze
Derbarê egera êrîşeke Çînê li dijî Taywanê de, Amerîka dibêje ku siyaseta wan girêdayî vê mijarê nehatiye guhertin û dê berevaniya Taywanê bike. Vê helwesta Amerîka hişt ku Çîn aciz bibe û dibêje Amerîka bi agir dilîze.
Neteweyên Yekbûyî Taywanê weke welatekî serbixwe nas dike. Çîn beşek Taywanê weke axa xwe dizane. Amerîkayê peywendiyên aborî û leşkerî yên bihêz ligel Taywanê hene.
Li Japonya ji Srokê Amerîkayê Joe Biden pirs kirin ku ew hêj jî pêdagir e li ser wê yekê eger Çîn êrîşî Taywanê bike, dê berevaniyê li wê giravê bike. Di bersiva xwe de Serokê Amerîkayê Joe Biden got: “Ew siyaset bi ti aweyekê ne guheriye. Min di daxuyaniyên xwe de ev yek zelal kiriye.”
Ev daxuyaniya Biden Çîn aciz kiriye.
Pekîn dibêje, Washngton bi gefa şandina hêzê bo Taywanê “bi agir dilîze”
Berdevkê Wezareta Derve ya Çînê Wang Wenbin got: “Eger Amerîka li ser wê rêyê berdewam be, ev yek ne tenê bandoreke xirab li peywendiyên Çîn û Amerîkayê dike, belku baceke giran a wê bo Amerîkayê dibe.”
Ligel xatirxastina Biden ji Japonya, bo pêşandana hêzê, van balafirên Çînî û Rûsî li asmanê Deryaya Japonya/ Deryaya Rojhilat manoreke leşkerî ya hevbeş pêkanîn.
Dijayetînekirina Rûsyayî ji aliyê Çînê ve li beramber êrîşa li ser Ukraynayê, nîgeraniya wê yekê li cem Amerîka û hevpeymanên wê çêkiriye ku reng e Çîn jî hewil bide êrîşî Herêma Taywanê bike.
Taywan dikeve Başûrê Rojhilatê Çînê. Pere û sîstema siyasî û dadweriya xwe ya taybet heye. Neteweyên Yekbûyî wek welateke serbixwe îtiraf bi Taywanê nekiriye. Tenê Vatîkan û 13 welat îtîraf bi wê dikin. Lê Çîn bi beşek ji axa xwe dizane û dibêje, di egera ragihandina serbixweyiyê de dê êrîşî wê bike.
Amerîkayê peywendiyên aborî û leşkerî yên bihêz ligel Taywanê hene tevî ku weke welatek serbixwe îtîraf bi wê nake, lê dibêj jî nabe ku bi rêya hêzê bikeve jêr desthilata Pekînê.
Rudaw
