• Monday, 23 February 2026
logo

Xortekî 18 salî li dibistanê 21 kes kuştin

Xortekî 18 salî li dibistanê 21 kes kuştin

Li başûrê rojavayê eyaleta Teksasê, xortekî 18 salî ketiye dibistaneke seretayî û teqe li mamoste û xwendekaran kiriye. Polîsê eyaletê ragihand, 19 xwendekarên zarok û 2 kesên mezin hatine kuştin.

Hakimê Eyaleta Teksasê ragihand: “Salvador Ramos yê 18 salî, ew kes bû ku teqe kiriye û piştre di rûbirûbûna polîsan de hatiye kuştin. Du polîs birîndar in û êrîşkar bi awayekî tirsnak teqe kiriye û xwendekar û mamoste kuştine.”

Herwiha eşkere kir: “Çekdar otomobîla xwe bi cih hiştiye, bi demançeyekê çûye nav dibistana seretayî, wisa xuya ye çekekî din jî pê re bûye, lê li gor raporta herî nû ku gihîştiye destê min, hînev zanyarî nehatiye piştrastkirin.”

Top