• Monday, 23 February 2026
logo

Tirkiyê kuştina 3 leşkerên xwe ragihand

Tirkiyê kuştina 3 leşkerên xwe ragihand

Wezareta Berevaniya Tirkiyê îro ragihand, li nav axa Başûrê Kurdistanê di navbera hêzên wan û gerîlayên PKKê de şer derktiye û di encamê de 3 leşkerên wan hatine kuştin û 4 leşker jî birîndar bûne.

Li gor daxuyaniyê, şerê navbera hêzên wan û gerîlayên PKKê li navçeya operasyona Pence-Kilît bûye.

Wezaretê herwiha diyar kiriye, leşkerên birîndar bo nexweşxaneyê hatine veguhastin.

Artêşa Tirkiyê ji 17ê Nîsana 2022 ve operasyoneke nû di nav axa Herêma Kurdistanê de li dijî PKKê dest pê kiriye ku heta niha berdewam e.

Operasyon li navçeyên sînorî yên qezaya Amêdiyê ya parêzgeha Duhokê birêve diçe û deverên Zap, Avaşîn-Basyanê li xwe digire.

 

Rudaw

Top