Mesrûr Barzanî biryara qezabûna Haciyawa îmza kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî biryara qeza ango navçebûna Haciyawa îmza kir.
Endamê encûmena parêzgeha Silêmaniyê Resûl Ebdula ji BasNewsê re ragehand: ‘’Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî biryara dawî ya qezabûna nahyeya Haciyawa îmza kir.’’
Herwaha got: ‘’Biryar ji roja derketî û şûnde kar pê tê kirin û naha ew nivîs û biryar geheştiya îdareya Raperînê.’’
Basnews
