• Monday, 23 February 2026
logo

Li Şirnexê şer; 2 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dan

Li Şirnexê şer; 2 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dan

Li devera Besta ya parêzgeha Şirnexê di navbera leşkerên Tirkiyê û gerîlayên PKKê de şer û pevçûn derket û li gor Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, 2 gerîlayên PKKê di encama pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane.

Hêzên çekdar ên Tirkiyê operasyonên xwe yên li dijî PKKê li Bakurê Kurdistanê berdewam dikin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihandiye, operasyona "Eren Dorpêç-5" a li sînorê parêzgeha Şirnexê li dijî PKKê berdewam e û herî dawî di navbera leşkerên Tirkiyê û gerîlayên PKKê de şer derketiye.

Li gor daxuyaniyê, li devera Besta ya Şirnexê di navbera leşkeran û gerîlayên PKKê de şer derketiye û di encama şer de 2 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dane.

Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku operasyonên li herêmê berdewam dikin.

Heta niha derbarê mijarê de ti daxuyanî ji aliyê PKKê ve nehatiye dayîn.

 

Rudaw

Top