• Monday, 23 February 2026
logo

Li Kanadayê ji ber bakurofeyê 8 kes mirin

Li Kanadayê ji ber bakurofeyê 8 kes mirin

Li eyaletên Ontario û Quebec ên Kanadayê ji ber bakuroeyê 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û xetên elektrîkê ji ber ziyan dîtin bi sedhezaran mal bê elektrîk man.

Li gor daxuyaniya polîsê eyaleta Ontario, li başûrê eyaletê û paytext Ottawa bakurofeya bi bandor bûye, bû sedem ku 7 kes di bin darên ku şikestin de bimînin û jiyana xwe ji dest bidin.

Polîsê eyaleta Quebec jî ragehand, di çemê Ottawa de nêzîkî Masson-Angersê di botek noqî avê bû û jinekê jiyana xwe ji dest daye.

Ji ber bakurofeyê dar qulibîn û şikestin, rê hatin daxistin û xetên elektrîkê yên ziyan dîtin bûn sedem ku bi sedan hezar kes bê elektrîk bimînin.

Hat ragehandin tenê li paytext Ottawa 200 stûnên elektrîkê ji ber bakurofeyê qulibîne û li bajar nêzîkî 178 hezar malan re elektrîk nayê dayîn.

 

Basnews

Top