• Monday, 23 February 2026
logo

Biden li Japonê gef li Çînê dike

Biden li Japonê gef li Çînê dike

Serokê Amerîkayê Jeo Biden ku bo cara ewil piştî wergirtina postê Serokatiya Amerîkayê serdana Asyayê kiriye, duhê gehêşte Japonê.

Biden di dema civîna xwe ya li gel Serokê Japonê de hem behsa liv û tevgerên metirsîdar yên Koreya Bakûr kirin û him jî behsa aloziyên navbera Çîn û Taywanê de kirin.

Di civînê de Serokê Amerîkayê gef li Çînê kir û ragihand ku eger Çîn êrîşî ser Taywanê bike, vê demê Amerîka û hevpeymanên Amerîkayê neçar dimînin ku bi rêya leşkerî bersifa Çînê bidin.

Serokê Amerîkayê beriya ku serdana Japonê bike serdana Koreya Başûr jî kiribû û li Koreya Başûr jî peyameke sade da Serokê Koreya Bakûr û jê re got: Silav.

 

Top