• Monday, 23 February 2026
logo

Fermandarê HPGê li Mexmûrê bû armanca êrîşê

Fermandarê HPGê li Mexmûrê bû armanca êrîşê

Hat îdiakirin ku di êrîşa dronên Tirkiyê de berpirsê giştî yê PKKê yê qada Mexmûr-Kerkûk-Silêmaniyê Mehmet Erdogan ê bi navê kod "Ehmed Rûbar" jiyana xwe ji dest daye.

Artêşa Tirkiyê roja Şembiyê 21ê Gulana 2022an bi dorn êrîşî Kampa Mexmûrê ya penaberên Bakurê Kurdistanê li sînorê qezaya Mexmûrê kir.

Li gor gotina Qaymeqamê Mexmûrê Rizgar Mihemed, di êrîşê de otomobîlek hat armanckirin û di encamê de 2 kesên têde jiyana xwe ji dest dan.

Ajansa fermî ya dewleta Tirkiyê, Anadoluyê îro ragihand ku berpirsyarê giştî yê HPG'ê yê qada Mexmûr-Kerkûk-Silêmaniyê Mehmet Erdogan di operasyona MÎTê ya li sînorê parêzgeha Mûsilê de jiyana xwe ji dest daye.

Mehmet Erdogan ê bi navê kod "Ehmed Rûbar" xelkê navçeya Bazîdê li parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê bûye.

HPGê û çavkaniyên nêzîkî PKKê heta niha derbarê mijarê de ti daxuyaniyek nedane.

Çavkaniyên nûçeyan ên nêzîkî PKKê ragihandin ku di encama wê êrişê de welatiyê bi navê Hacî Mîrza Elî ku li kampê dima, jiyana xwe ji dest daye.

Mexmûr navçeyeke Kurdistanî ya li derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê ye û niha di kontrola hêzên hikûmeta Iraqê de ye.

Her di heman rojê de ku êrîşî Kampa Mexmûrê hatibû kirin, droneke artêşa Tirkiyê otomobîlek li sînorê nahyeya Axceler a qezaya Çemçemal a Silêmaniyê kiribû armanc.

Di wê êrîşê de de 5 kesan canê xwe ji dest dabûn.

Rêveberê nahyeyê ji Rûdawê re ragihandibû, ew otomobîl a encumenê gundê Tuteqelanê bûyê, di wê otomobîlê de 2 welatiyên gundên Tutaqelan û Serçinarê û 3 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dan.

 

 

Rudaw

Top