Dîsa li Kurdistan û Iraqê toz dibare!
Desteya seqanasiya Iraqê ragehand, pêleka din ya tozbarînê Iraq û Herêma Kurdistanê vedigire.
Desteya seqanasiya Iraqê ragehandiye, dîsa li Iraq û Herêma Kurdistanê toz dibare û ev pêla nû dê ji roja yekşemê (îro) de dest pê bike û roja duşemê (sibê) bigehîje asta herî bilind.
Desteya seqanasiya Iraqê daye zanîn, di heyama tozbarînê de dê asta germahiya hewayê 4-5 pileyan dakeve û lezatiya tozbarînê jî heta 50 km di demjimêrekî de bilind bibe.
Li gorî pêşbîniyên desteya seqanasiya Iraqê, roja bandora pêla tozbarînê dê roja sêşemê kêm bibe û rewş normal bibe.
Ji destpêka biharê de heta niha gelek caran li Iraq û Kurdistanê toz bariye û li hinek deverên Iraqê xelk ji ber tozê mirine.
Basnews
