Li Mexmûrê gundên Kurdan vala bûne
Li devera Qerac ya ser sînorê Mexmûrê, hejmarek gundên Kurdan wêran û vala bûne ku şêniyên wan gundên xwe terikandine û berê xwe dane Hewlêr û Kerkûkê.
Gundê Dîngawe ya ser bi Deşta Qeracê, yek ji wan gundan e û ji ber nebûna hêzên Iraqî li ser sînor hemû mal bûne baregeh û tunelên DAIŞê, şêniyên gund koçber bûne.
Gundên Teremetar, Dîngawe, Girdebor û Birayîm Bawil ku beriya êrîşên 16ê Cotmehê gundên herî qelebalix ên Kurdan bûn û zeviyên çandiniyê yên mezin lê hebûn, niha ji bo Kurdan xeternak in.
Şêniyê gundê Dîngawe Lawko Elî ji Tora Medyaî ya Rûdawê re got, "Navçeya Qeracê ku 38 gundên wê hene, hemû vala ne, di nav hemûyan bi qasî gundekî Ereban xelk tê de tune ye, tiştek tê de nîne û em jî hinek caran bi çek bi roj tên, bi şev hatin û çûyîn qedexe ye ku tiştek rû bide kesek nîne ku were alîkariya me."
Şêniyê gundê Birayîm Bawil Komar Welî anî ziman, "Ev gundê Qebr Seyd e, gundekî Ereban e û zêdeyî 80 mal lê dijîn, li vî gundî bi qasî hemû gundên Qeracê xelk lê dijî, ji ber ku pirsgirêka wan a ewlehiyê nîne. Gundan Kurdan heger senger tê de hebe tenê 10 mal hene."
Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ku nêzîkî 7 mehan e vegeriyaye Mexmûrê, agahdar e ji valakirina gundên ser sînor û ji wê yekê bê hêvî ye ku Hikûmeta Iraqê rewşa gundên Kurdan baştir bike.
Berpirsê navçeya Mexmûrê yê PDKê Ebdullah Tahir li ser valabûna gundên Kurdan got, “Tenê çend gundên Kurdan mane û hejmara malan gelekî hindik in. Kesên ku li gundan mane ajeldariyê û cotkariyê dikin lê ji ber rewşa ewlehiyê û hebûna valahiyê Kurd nikarin li gundan bimînin. Bi hatina Artêşa Iraqê bo herêmê, Ereb vegeriyan lê tişta metirsîdar ew e ku hemû gundên Kurdan vala bûne."
Navçeya Mexmûrê di sêgoşeya navbera Neynewa, Hewlêr û Kerkûkê de ye, piştî êrîşên 16ê cotmehê, pirsgirêka Erebkirina herêmê û tevgera zêde ya DAIŞê, ji wê demê ve gundên Kurdan vala bûne.
Rudaw
