Rêveberê nahyeya Axceler: Di bombebaran îro de 5 kes hatine kuştin
Rêveberê bajarokê Axceler a ser bi Çemçemal a Silêmaniyê Hêmin Behced ji BasNewsê re ragehand, îro du dronan gundê Dûteqel a sînorê bajarokê Axcelerê bombebaran kirin, ji ber wê bombebaranê otomobîlekî cureya Toyota – Hilux şewitiye, ku 5 kes têdebûne û hemûyan jî canê xwe ji dest dane.
Li gor zanyariyên BasNewsê, binkeyeke PKKê li nêzîk gund bûye û binke jî bi temamî şewitiye, herwaha 3 kesên ku jiyana xwe ji dest dane çekdarên PKKê bûne û 2 kesên din jî xelkê navçeyê bûne.
Basnews
