• Monday, 23 February 2026
logo

Almanya: Êrîşa Tirkiyê ya li Başûrê Kurdistanê binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye

Almanya: Êrîşa Tirkiyê ya li Başûrê Kurdistanê binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye

Servîsa Lêkolînê ya Parlamentoya Almanyayê li ser pirsa parlamentera Kurd Gokay Akbulut ya derbarê êrişên Tirkiyê yên li Herêma Kurdistanê rapora xwe belav kir û tê de ragihand “Êrîşa Tirkiyê ya li Herêma Kurdistanê binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye.”

Di nîvê gotûbêjên li ser redkirina Tirkiyê ji berfirehbûna NATOyê li Îskandînavyayê, li ser destwerdanên leşkerî yên Tirkiyê li Herêma Kurdistanê nakokiyeke nû di navbera Almanya û Tirkiyê de derdikeve pêş.

Li gor nûçeya malpera Der Tagesspiel a Almanî, di raporeke nû de, Servîsa Lêkolînê ya Bundestagê (Parlamentoya Almanyayê) gihîştiye wê encamê ku êrîşa herî dawî ya Tirkiyê ya li Herêma Kurdistanê ji bo şerê li dijî PKKê, li gorî hiqûqa navneteweyî bi zor nikare were rewakirin. Li gor wê raportê, gerîlayên PKKê yên li Başûrê Kurdistanê niha ti gefeke rasterast û taybet li ser Tirkiyê çênakin.

Parlamentera Kurd a Partiya Çep (Die Linke) Gokay Akbulut ji ber vê yekê daxwaz dike ku hemû radestkirina çek û teknolojiya çekan ji bo hevkarê NATOyê Tirkiye bê rawestandin.

Tirkiyê beriya mehekê li Başûrê Kurdistanê dest bi êrişeke nû kiribû. Di operasyonê de Balafirên şer, balafirên bê mirov, top û hêzên bejayî ji bo îmhakirina rêyên tedarîkkirina PKKê û avêtina cebilxaneyan bi kar tîne.

Hikûmeta Iraqê ev êrişên Tirkiyê wek binpêkirina xaka xwe û "kiryareke dijminane" rexne kir, lê bandoreke kêm li ser êrişên Tirkiyê yên li Başûrê Kurdistanê kir.

Demeke kin piştî destpêkirina êrişa nû ya Tirkiyê, li ser pirsa parlamentera Kurd a ji partiya Die Linke Gokay Akbulut, Hikûmeta Alman dilgiraniya xwe derbarê operasyona leşkerî ya Tirkiyê li welatê cîran nîşan da, lê xwe ji şîrovekirina wê yekê dûr xist ku ew kiryar binpêkirina yasayên navdewletî ye yan na.

Gokay Akbulut pişt re ji bo raya Servîsa Lêkolînê ya Bundestagê ku pisporên wê pirsên hiqûqî yên parlamenteran lêkolîn dikin, serlêdan kir.

Di derbarê mijarê de Parlamentera Kurd Gokay Abbulut li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek belav kir û got “Min ji servîsa zanistî ya Bundestagê ji bo nirxandina şerê destdirêjker ê Tirkiyê li Iraqê/Kurdistanê ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve nêrînek pispor erkdar kir. Ev êrîş qanûnên navneteweyî binpê dike û divê bi tundî bê şermezarkirin!”

 

Rudaw

Top