• Monday, 23 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî ji bo beşdarî forma aborî ya Davosê bibe ber bi Swîsre ve birêket

Mesrûr Barzanî ji bo beşdarî forma aborî ya Davosê bibe ber bi Swîsre ve birêket

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi armanca beşdarbûna forma aboriya cîhanî ya Davosê ber bi Swîsre ve birê ket û dê beşdarî panelekî û gelek hevdîtinên giring li wê derê pêkbîne.

Îro 21.05.2022yê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi armanca beşdarbûna li forma aborî ya cîhanî ya Davosê ber bi Swîsre ve birê ket. Serokê Hikûmetê di çarçoveya çalakiyên li forma aboriya Davosê de, dê beşdarî panelekî bi serenava ‘’Pêkhateya nû ya asayîşê li Rojhilata Navîn’’ bibe.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya çalakiyên xwe yên li forma Davosê de ku dê rojên 22yê Gulanê destpê bike û heta 26ê Gulanê berdewam bike, gelek hevdîtin û civînan jî li gel berpirsên payebilind û xwedîkar û aborînasên navçeyê û cîhanê pêkbîne.

Di civînan de derveyî gotûbêjên li ser pêşketinên dawiyê û pêşhateyên li Iraq û navçeyê, gotûbûj dê derbarê hemûalî kirina aborî û çavkaniyên dahatê, giringiya pêşxistin û çaksazî kirin di sîstema bankayan de, dîtina bazarên nû ji bo tiştên kiştûkaliya Kurdistanê, pêşxistina bihevguhertina bazirganî û hilberînê de jî dê bên kirin.

 

Basnews

Top