• Monday, 23 February 2026
logo

Tirkiyê nêzîkî Çemçemalê bombebaran dike

Tirkiyê nêzîkî Çemçemalê bombebaran dike

Du firokeyên bêfirokvan ên Tirkiyê otomobîlek li gundekî nêzîkî Çemçemalê bombebaran kir û 5 kes hatin kuştin

Rêveberê Nahiya Axcelerê Hêmin Behcet ji K24ê re ragihand, bi bihanya ku çekdarên PKKê di otomobîlekê de hene, 2 firokeyên bêfirokvan ên Tirkiyê ew otomobîl li gundê Dûteqel ê li binarê çiyayê Xal Xalan bombebaran kir.

Li gorî Rêveberê Nahiya Axcelerê, 5 kesên ku di otomobîlê de bûn, hatin kuştin.

Li gorî zanyariyên peyamnêrê K24ê, hêzên ewlehiyê û hêzên berevaniya şaristanî gihîştin wê herêmê, lê ji ber ku hîn ew firoke li asmanê herêmê difirin, nekarîn biçin cihê bûyerê.

 

 

K24

Top