• Monday, 23 February 2026
logo

Li Sêwazê hingivê Koçgirî hat tomarkirin

Li Sêwazê hingivê Koçgirî hat tomarkirin

Hingivê navçeya Koçgirî ya ser bi parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê ku bi tama xwe li herêmê tê naskirin ji aliyê Saziya Marka û Patentê  ya Tirk ve hate tomarkirin.

Serokê Odeya Çandiniyê yê Koçgiriyê dibêje piştî kedeke zêde ku nêzîkî sal û nivê berdewam kir tomarkirina hingiv dê bandoreke erênî li aboriya navçeyê jî bike.


Serokê Odeya Çandiniyê yê Koçqiriyê Zekî Şimşek got “Emê ji çend saziyan komîsyoneke hevbeş ku ji pisporan pêk tê ava bikin. Dê ev pispor ji hingiv nimûne werbigrin û biryara xwe bidin. Li gor vê dê belgenameya hingivê Koçgiriyê ya tomarkirî bidin wan û dê diyar bibe ka hingiv ji aliyê kîjan hengvanan ve hatiye berhevkirin.”

Hengvanên navçeyê ku nêzîka 400 kes in ji vê biryarê kêfxweş in ku dê bandoreke erênî li firotina wan a hingiv bike.


Hengvan Vakkas Dokmetaş dibêje “Wek hengvanên Koçgiriyê em ji tomarkirina hingivê navçeyê gelekî kêfweş in. Bo hewldana wê jî em spasiya Odeya Çandiniyê dikin.”

Odeya Çandiniyê ya Koçgiriyê di meha 11an a sala 2020ê de serlêdana Saziya Marka û Patentê ya Tirk kiribû û di Nîsana 2022ê de hingivê navçeyê ji aliyê saziyê ve hatiye tomarkirin. Li gor amarên Odeyê sala borî li navçeyê 900 ton hingiv hatibû berhevkirin.

 

Rudaw

Top