• Monday, 23 February 2026
logo

Li Hewlêrê kesekî birayê xwe kuşt

Li Hewlêrê kesekî birayê xwe kuşt

 Li navçeya pîşesazî ya Hewlêrê, kesekî birayê xwe kuşt û polîs ragehand, ew du kese xelkê parêzgeha Duhokê ne.

Îro 16.05.2022yê li navçeya pîşesazî ya Hewlêrê, di encama nîqaş û pirsgirêka malbatî birayekî birayê xwe yê din kuşt.

Li gor daxuyaniya polîsê Hewlêr di tora xwe ya civakî ya facebookê de belav kirî hat ragehandin: Piştî agahdar kirina rêveberiya polîsê parêzgeha Hewlêrê ya derbarê bûyerekî kuştinê ya li pîşesaziya bakur, hêzên me geheştin cîhê bûyerê û dest bi lêkolîna bûyerê hate kirin û aşkera bû kesekî bi navê Îbrahîm C.M. li ser pirsgirêkekî malbatî ji aliyê birayê xwe yê bi navê H.C.M ve hatiye kuştin û ew herdu bira xelkê Duhokê ne.

Derbarê bûyerê de polîs dest bi lêkolîna bûyerê kiriye û ji bo kesê kujer jî bê girtin xebat berdewam dikin.

 

Basnews

Top