• Monday, 23 February 2026
logo

Zarokekî 15 salî bavê xwe kuşt

Zarokekî 15 salî bavê xwe kuşt

Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê zarokekî 15 salî bi çek bavê xwe kuşt.

Li Taxa Melekbaba ya Meletiyê di navbera Mehmet Ş. yê 43 salî û kurê wî O.Ş. yê 15 salî ji ber sedemeke nehat zanîn nîqaş derket.

Di encama nîqaşê de di navbera bav û kur de şer derket û O.Ş. bi çek gule berda serê bavê xwe û ew kuşt.

Termê Mehmet Ş. ji bo karên otopsiyê bo Serokatiya Saziya Pizîşkiya Dadî ya Meletiyê hat veguhestin.

O.Ş. jî ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin û bo Şaxa Zarokan a Rêveberiya Ewlekariya Meletiyê hat radestkirin.

 

Rudaw

Top