• Tuesday, 24 February 2026
logo

Li Duhokê zilamekî hevjîna xwe bi kabloyê xeniqand

Li Duhokê zilamekî hevjîna xwe bi kabloyê xeniqand

 Polîsê Duhokê ragihand, îro li bajarê Duhokê zilamek piştî ku li gel hevjîna xwe şer dike, bi kabloyê wê dixeniqîne û dikuje û piştre jî xwe radestî hêzên polîs dike.

Bûyer îro Sêşembê 10ê Gulana 2022an li Taxa Serhildan a bajarê Duhokê çê bûye. Berdevkê Polîsê Duhokê, Hêmin Silêman îro di preskonferansekê de ragihand, “sibeha îro demjimêr 08:00 Polîsê Hawarçûnê li Duhokê hatine agahdarkirin ku bûyereke kuştinê li Taxa Serhildan heye.”

Piştî ku tîmên polîs diçin cihê bûyerê, dibînin ku zilamekî bi kabloya elektîrkê hevjîna xwe xeniqandiye.

Berdevkê Polîsê Duhokê diyar kir, ku kesê kujer piştî bûyerê xwe radestî hêzên polîs kiriye.

Derbarê sedema kuştinê de jî Berdevkê Polîsê Duhokê ragihandiye, wî zilamî ji hêzên wan re gotiye, “li malê bi hevjîna xwe re şer kiriye û paşê ji ber ku bi hêrs bûye bi kabloya elektrîkê hevjîna xwe xeniqandiye.”

Hêmin Silêman diyar kir, li gor benda 406 a Qanûna Cezayê ya Iraqê, kesê kujer hatiye desteserkirin û lêkolîn pê re tê kirin.

Li gor zanyariyan, temenê jinê 28 sal û yê zilam jî 34 sal e.

Berdevkê Polîsê Duhokê dibêje, zarokekî wan hevjînan heye ku kur e.

Îsal ji yekemîn roja cejna Remezanê ve heta îro Sêşembê 10ê Gulana 2022an çendîn bûyerên kuştina jinan li Herêma Kurdistanê hebûne.

Di yekemîn roja cejna Remzanê de li bajarokê Şoreşê yê sînorê qezaya Çemçemalê zilamekî bi çek êrîşî mala xezûrê xwe kir û gule li Çiro ya hevjîna xwe, xwîşk û birayekî wê û biraziyeke 14 salî ya hevjîna xwe reşandin û her 4 kes kuştin.

Herwiha şeva 5ê Gulanê jî li Silêmaniyê jinek bi navê Niyan Mihemed bi kêrê hat birîndarkirin. Xwîşkekî Niyanê ji Rûdawê re axivîbû û ragihandibû, ku hevjînê xwîşka wê ew kar kiriye ji ber ku Niyanê xwestiye cuda bibe.

 

Rudaw

Top