• Tuesday, 24 February 2026
logo

Kerîm Silêman: Bijardeya herî baş a ji bo Şingalê bicîhanîna rêkeftina Hewlêr û Bexda ye

Kerîm Silêman: Bijardeya herî baş a ji bo Şingalê bicîhanîna rêkeftina Hewlêr û Bexda ye

Şêwirmendê encûmena ruhaniya êzdiyan dibêje, heta ew hêz û aliyên nerewa Şingalê de bin, rewşa Şingalê her dê xirab be û Şingalê dê bibin qurbana berjewendiyên wan hêzên nerewa û divê ew hêz bên derxistin.

Şêwirmendên encûmena ruhaniya êzdiyan Kerîm Silêman ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ew rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê ya derbarê Şingalê de hatiye kirin, bijardeya herî başe bo asayî kirina rewşa Şingalê. Ji ber bi hemû awayekî di xizmeta xelkê Şingalê de ye.’’

Herwaha got: ‘’Ew rêkeftin dikeve xizmeta xelkê bajar, ji ber derxistina hemû hêzên çekdar di wê rêkeftinê de heye, herwaha ji bo diyar kirina îdareyekî nû û gehandina xizmetan e. Ji ber wê jî ew aliyên ku nexwastin xelkê bajar sûd ji wê rêkeftinê bibînin wan dijatiya rêkeftinê kirin.’’

Kerîm Silêman got: ‘’Em hemû dizanin her aliyekî çiyayê Şingalê bigre, dibe xwediyê wê navçeya stratejîk, lê nabe hemû êzdiyên bajar bibin qurbaniyên berjewendiyên wan û bajar bikin cîhê milmilaneyên herêmî. Divê ew hêzên naha li Şingalê ne rêz li îradeya xelkê bajar bigrin.’’

 

Basnews

Top