• Tuesday, 24 February 2026
logo

Di mehekê de 58 kes li deverên di bin kontrola HSDê de hatin kuştin

Di mehekê de 58 kes li deverên di bin kontrola HSDê de hatin kuştin

Meha borî, li temamê deverên jêr desthilata Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) 58 kes hatine kuştin û hejmarek ji wan kuştiyan welatiyên sivîl in.

Rewangeha Sûriyê ya ji bo Mafên Mirovan ragihand, di nava meha borî de li temamê wan deverên ku di bin desthilata Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ne, 58 kes hatine kuştin, ji wan 26 kes welatiyên sivîl in û 25 kes endamên HSDê ne.

Li gor rapora Rewangeha Sûriyê ya ji bo Mafên Mirovan, 7 kes jî di şerê navbera eşîran de hatine kuştin.

 

 

K24

Top