• Tuesday, 24 February 2026
logo

Kerkûk – Zilamekî hevjîna xwe xeniqand

Kerkûk – Zilamekî hevjîna xwe xeniqand

 Li taxa Penca Elî ya bajarê Kerkûkê, jin û zilamekî piştî nîqaşekî tund kirin, zilam hevjîna xwe xeniqand.

Îro 05.05.2022yê fermandarê polîsê Kerkûkê Emîd Kawe Xerîb ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro li taxa Penca Elî ya bajarê Kerkûkê ji ber pirsgirêkekî civakî nîqaş di navbera jin û zilamekî de derket û hevjînên hev bûn. ‘’

Herwaha got: ‘’Di encamê de li hev didin û destê xwe dixin qirka hev û ji ber wê ew jin krîza dil derbas dike û jiyana xwe ji dest dide û piştre jî hêzên polîs ew zilam girtin.’’

Li gor zanyariyan temenê wê jinê 49 sale û zilamê wê jî 50 saliye û di encama nîqaşa navbera herduyan de, zilam destê xwe dixe qirka wê û wê jinê jiyana xwe ji dest daye.

 

Rudaw

Top