Her roj zêdetir ji hezar kesan sardana gula Fêlawê dikin
Ev gula han cîheke torîstîkiye li devera Çomanê.
Komîteya torîstîkî ya li Çomanê ragihand ku gula Fêlawê ya li quntarê çiyayê Sekranê bûye navendeke torîstîkî û rojane gelek welatî sardana vê deverê dikin.
Li gor daxuyaniya komîteyê tenê di nava sê rojên cejna Remezanê de zêdetir ji 4 hezar torîst serdana vê deverê kirine.
