• Tuesday, 24 February 2026
logo

Xelkê Şingalê: Bila Pêşmerge vegere Şingalê da ku em êdî aware nebin

Xelkê Şingalê: Bila Pêşmerge vegere Şingalê da ku em êdî aware nebin

 Ji ber şerê PKK û artêşa Iraqê bi sedan malbat li Şingalê awareyî Herêma Kurdistanê bûn. Ew dibêjin, bila Pêşmerge vegere Şingalê da ku ew jî vegerin ser cih û warê xwe.

Ev çend roj in şer û aloziyekî mezin li Şingalê di navbera hêzên PKKê û artêşa Iraqê de derketiye.

Artêşa Iraqê hewl dide deverê bixe bin kontrola xwe lê hêzên PKKê nahêlin. Ji ber vê aloziyê, bi sedan malbatên Şingalî awareyî Herêma Kurdistanê bûne.

Welatiyekî Şingalî bi navê Felah ji K24ê re diyar kir, artêşa Iraqê bi hêzeke mezin hatiye nav Şingalê û rûbirûbûna di navbera YBŞ û hêzên artêşê de rûdaye û rewşeke neseqamgîr li navçeyê derketiye holê, ji ber vê yekê jî welatiyên sivîl cardin aware bûne û beşek ji wan berê xwe dane çiyayê Şingalê û beşek jî berê xwe dane kampên bin desthilata Herêma Kurdistanê.

Herwiha diyar kir, ew bi zorê kariye malbata xwe ji şer rizgar bike û gelek kesab hewl didan zarokên xwe ji wê rewşê rizgar bikin.

Felah destnîşan dike, heta niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember xelkê Şingalê texsîr nekiriye û deriyên xwe vekirine, lê belê hikûmeta Iraqê li hember rewşa wan xemsar e.

Herwiha diyar kir, eger rewş wisa berdewam be û PKK û artêşa Iraqê êriş bikin, ew bi vî awayî nikarin careke din vegerên devera xwe û ew ê li Herêma Kurdistanê bijîn.

Welatiyê Şingalê eşkere kir, ew hêvî dike ku partiyên siyasî hemû destê xwe ji Şingalê vekişînin û Pêşmerge vegerin Şingalê û xelkê Şingalê ligel Pêşmerge dê vegerin Şingalê û bila cardin aware nebin.

 

Basnews

Top