Wênegirên Wanê bedewbûna girava Çarpanaxê nîşan didin
Hejmareke wênegir li parêzgeha Wanê a Bakurê Kurdistanê ji bo karibin wêneyên balkêş ên girava Çarpanaxê bikişînin, berê xwe dane wê giravê. Wênegir dibêjin, ewê ji 18 heta 22ê vê mehê pêşangeheke wêneyan vekin û temamê wêneyên ku xwezaya giravê û bedewiya wê nîşan didin, di pêşangehê de deynin.
Keştiyên ku ji bajarê Wanê ya Bakurê Kurdistanê bi rêketîn ber bi girava Çarpanax ve diçin. Vê carê ne geştyar in ew wênegir in û diçin bo dîmenên bê hempa yên vê giravê bikişînin. 80 wênegir û dilsozên wênegiriyê ji bajarê Wanê hatene ku li vê giravê wêneyên xwezayê bikişînin
Serokê Karûbarê Daireya Çandî û Civakî Nûrî Bekiroglu dibêje “Me bi hevalên xwe yên wênegir re bo pêşandana vê bedewiya bêhempa ya gireva Çarpanax bernameyek heye. Dirojên 18-22ê gulanê de emê maratoneke wêneyan li bajarê xwe li darbixin. Berî vê çalakiyê me hemû wênegirên bajêr û kesên meyldarê wênegiriyê ne anîn vir, ev wek amadekariyekê dibe.”
Gireva Çarpanax dikeve bakurê rojhilatê Gola Wanê. Di vê giravê de perestgehekî Ermeniyan ya bi navê Ktouts heye, ku niha tenê beşekî kinîseya wê sax maye.Tê gotin ku ev perestgeh dîroka xwe vedigera sala1414 ê.
Wênegir Selim Çelik got “Em li gireva Çarpanakin, xwezaya wê mirov matmayî dihêle. Li girava Çarpanak em rastî dema hêkkirina Qaqlîbaz hatin.Niha keskahiya xwezayê û şînahiya golê bi hevre bûne yek. Xweza bedewiyek bê hempa pêşkêşî me dike.Dengê Qaqlîbazan, bêhna gul û giya mirov mest dike.Ez hemû wênegiran û herkesî vedixwînim ku werin vê bedewiyê bibînin.”
Ji gundê Xerabe serbi navçeya Tuşba ya bajarê Wanê bi demjimrekê ev wênegir gihiştine vê giravê.
Hemû zivistanê ev der berfe û di mehên nîsan û gulanê de hercih şîn dibe, kulîlk vedibin û balinde berê xwe didin vê giravê.
Rudaw
