• Thursday, 21 May 2026
logo

Bi hatina cejnê serdana geştyaran bo Mêrdînê zêde dibe

Gulan Media April 28, 2022 Corane
Bi hatina cejnê serdana geştyaran bo Mêrdînê zêde dibe

Parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ku bi mîmarî û şûnwarên xwe yên dîrokî binav û denge, di Cejna Remezanê de xwe bo serdana geştyaran amade kiriye.

Bajarê Mêrdînê yek ji navendên geşyariyê ye, her sal ji navxweyê Tirkiye û derveyî welat hejmareke zêde ya geştyaran serdana wê dikin.

Ji bo di cejnê de pêşwaziyeke baş a geştyaran bike hemû amadekarî hatine kirin.

Serokê Komeleya Geştyar û Hotelên Mêrdînê, Ozgur Gurgor dibêje, “Niha daxwaz gelekî zêde ne, bi taybetî ji Ewropayê daxwazên veqetandina cih pir in. Bazara me ya naxwe ji xwe Mêrdînê nasdikin  û avahiyên wê, jiyana wê, şaristaniya wê dizanin. Lewra dbazara navxwe de pirsgirêkên me nînin. Bi giştî di meha Gulanê de geştyar li vir zêde ne, vê carê betlaneya Cejnê jî bi serde hat ji niha ve cihê vala li hotêlên me nemane.”

Mêrdîn bûye cihê gelek şaristaniyan û heta niha li vî bajarî gelek netewe û bawerî bi hevre dijîn. Herwiha perestgehên hemû baweriyan wek Dêr, Mizgeft û Medrese hatine parastin. Bedewiya Keleha Mêrdînê, kolanên wê yê teng û malên wê yên bi kevirên taybet jî bedwiyeke bê hempa didin vî bajarî. Geştyarên ku hatine kêfxweşiya xwe bi dîtina Mêrdînê tînin ziman.

Fulya Sena Sarigul yek ji geştyaran e ku serdana Mêrdînê kiriye, ew dibêje, “Bi rastî rihekî wê yê gelekî cuda heye. Dema tiştekî dibînim bi telefona xwe dikişînim, dema temaşe dikim ya heyî û dixwiyê gelek ji hev cuda ye. Ez dema ji firokeyê peya bûm ev hest bi min re çêbû. Bo wê cihekî wiha ye divê mirov were bibîne. Heta ez dibêjin ez bêm li vir bijîn, hestekî hewqasî xweş li ba min çêkir.”

Geştyara bi navê Gulbahar Yigit jî diyar kir, “Bo em cejnê lê pîroz bikin Mêrdîn cihek bêhempa ye. Li gor min di dinyayê de yek ji 10 cihan e ku divê mirov bibîne. Em her kesî vedîxwînin Mardînê.”

Bajarê Mêrdînê xwediyê 54 hotêlan e ku 12 hezar textên wan ên xewê hene. Niha hemû pêşwext hatine veqetandin. Rêveberên geştyariyê armanc dikin îsal pêşwaziya 1 milyon geştyar bikin.

 

 

Rudaw

Top