Kazimî fermana xwe ya derheqê Şingalê de betal kir
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ew fermana xwe betal kir ku parêzgarê Mûsilê bike qaymeqamê Şingalê.
Duhî hat gotin ku bi fermana serokê hikûmeta Iraqê Mistefa Kazimî, parêzgarê Mûsilê Necim Cibûrî dê bibe qaymeqamê Şingalê.
Lê vê êvarê berdevkê parêzgariya Mûsilê, Reid Ebasî ragehand, Kazimî ew fermana xwe betal kiriye lê nayê zanîn çima.
Ev çend roj in rewşa Şingalê ji ber hebûna PKKê pir aloz bûye.
Duhî jî artêşa Iraqê hêzek mezin şand Şingalê.
Basnews
