Duhok – Karmendeka hikûmetê bi şewatê canê xwe ji dest da
Li bajarê Duhokê karmendeka hikûmetê şewitî û canê xwe ji dest da.
Berdevkê rêveberiya rewşenbîrî û hunerî ya Duhokê, Hesen Fetah ji BasNewsê re got, sê roj berê karmendeka me ya bi navê Havîn Mistefa Amêdî dema neft berdabû sobê, agir pê ketibû û şewitîbû.
Hesen Fetah her wiha got, ji wê demê de li nexweşxanê hatibû razandin lê şeva borî canê xwe ji dest da.
Basnews
