• Tuesday, 24 February 2026
logo

Matîlda Sebax yekemîn qeşeya jin e li Rojavayê Kurdistanê

Matîlda Sebax yekemîn qeşeya jin e li Rojavayê Kurdistanê

Li Kenîseyeke bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, yekem car e ku jineke Kiristyan dibe qeşe, li ser asta Sûriyê û bi dirêjiya dîroka wî welatî jî.

Jina ku bi qeşe hatiye destnîşankirin şanaziyê bi vê posta xwe ya olî dike.

Matîlda Sebax, yekem qeşeya jin e di dîroka Rojavayê Kurdistan û Sûriyê de, li kenîseyeke bajarê Hesekê serperiştiya nimêja Cejna Qiyame kir.

Qeşeya Kenîseyê li Hesekê Matîlda Sebbax dibêje: “Bûyereke yekem car e dibe, bûyereke dîrokî ye, ez gelekî kêfxweş im, li Hesekê herdem em dikevine dîrokê, bi qutbûna av û elektrîkê û bi DAIŞ û zindanê, lê yekem car e ku em dîrokeke gelekî ciyawaz dirust dikin.”

Qeşeya jin a Hesekê serperiştiya nimêja Cejna Rabûnê li nav kenîseyeke wî bajarî dike, ku ev yek weke dîmeneke kêmînak e li nav gelek kenîseyan.

Matîlda Sebbax herwiha got: “Li hine kenîseyên din, qedexe ye ji jinê re ku derkeve ser heykel û bi pîroziyan rabe, lê bi hizra çaksazî ku ez jê me, jin û mêr yek in.”

Jin û mêrên beşdarbûyî di wê nimêj û rêûresmê de, şanaziyê bi vê yekê dikin ku jinek bibe keşe.

Beşdarbûyek di nimêja cejnê de li Kenîseya Hesekê jî got: “Em şanaz in ku yekem jin e dibe qeşe, li Sûriyê, ji bo ku milekî me li civakê çê bibe.”

Berî du heftiyan, Matîlda Sebbax, weke yekemîn jina Sûrî bû, ku li Hesekê weke qeşeya Kenîseya Incîlî hate destnîşankirin, ku ew jî weke posta serkirdeya tayîfeyeke Kiristyan e.

 

Rudaw

Top