Qesîdeya ku Samî Yûsif gotiye ya hunermendekî Kurd e
Qesîdeya Kurdî ya bi navê "Ya Resulallah Şahî Medîne" ku gelek kesan cara yekem ji muzîkjenê navdar Samî Yûsif bihîstiye, yê hunermendê muzîka tesewûfî ya Kurdî Peyam Ezîzî ye. Ezîzî li ser daxwazan di bernameya “Paşîv” de ew qesîde xwend.
Hunermendê navdar ê muzîka tesewûfî ya Kurdî Peyam Ezîzî li gelek welatan bi taybetî li Îran, Iraq, Erebîstana Siûdî, Îmarat, Qeter, Sûriye, Sûdanê bi Kurdî, Erebî, Farisî, Peştûnî û Îngilîzî konseran dide.
Peyam Ezîzî di meha Remezanê de li ser televizyona Rûdawê pêşkeşkariya bernameya zindî ya “Paşîv”ê dike.
Ezîzî qesîdeya Kurdî ya bi navê "Ya Resulallah Şahî Medîne" ku beste ya wî bi xwe ye, li ser daxwaza taybet a Rêveberê Beşa Lêkolînên Wezareta Karûbarên Olî û Ewqafê ya Herêma Kurdistanê Şêx Îbrahîm Mihemed Berzincî xwend.
Şêx Îbrahîm Mihemed Berzincî piştî qesîdeyê pîrozbahî li Peyam Ezîzî kir.
Qesîdeya "Ya Resulallah Şahî Medîne" yek ji qesîdeyên ku herî zêde di meha Remezanê û mewlûdên Kurdistanê de tên guhdarîkirin e. Muzîkjenê navdarê cîhanê yê Îranî-Brîtanî Samî Yûsif jî di albûma xwe ya sala 2016an de cih daye vê qesîdeyê.
Yûsif di qesîdeya 6 deqîqeyan a bi navê "Ya Resulallah" de di 4 deqeyan de Kurdî û di 2 deqeyan de jî gotinên Erebî û Tirkî dixwîne.
Di meha Remezanê de her şev di navbera saet 01:00 û 03:00an de bernameya Paşîvê di Rûdaw TVyê de tê pêşkeşkirin û mijarên girîng tên nîqaşkirin.
Di bernameya ku li Keleha dîrokî ya Hewlêrê tê amadekirin de ji bilî Peyam Ezîzî hunermendê ji Rojavayê Kurdistanê Sefqan Orkêş jî qesîdeyan dixwîne, pêşkêşvanên Rûdawê Dr. Adem Bêdar û Banû Dilşad bernameyê pêşkêş dikin.
Rudaw
