Li Kerkûkê Ereb bi tapoyên serdema Beesê dest datînin ser milkên Kurdan
Li Kerkûkê Erebên hawirde bi tapoyên ku di dema rejîma Beesê de dabûn wan, li gundên navçeya Dubizê li erd û milkên Kurdan bi cih dibin.
Malbatên Kurd ên ku li gundê Çakmak ê li rojhilatê navçeya Dubiz a Kerkûkê dijîn, xwedî tapoyên fermî ke wek “Tapoyên Reş” tên zanîn yên beriya serdema rejîma Beesê ne. Lê ne hikûmeta Iraqê û ne jî dadgehên rêveberiya Bexdayê van tapoyan qebûl nakin. Li şûna wê, tapoyên ku ji bo Erebên ku ji herêmên din ji aliyê rejîma Bees ve ji bo polîtîkaya "Erebkirinê" ya li herêmê hatine dayîn, tên qebûlkirin.
Yek ji rûniştvanên gundê Çakmakê Elî Omer ji Rûdawê re axivî û got “Dixwazin gund û axa me bi temamî dagir bikin. Nêzîkî 25 donim erdê min ê bi tapo heye. Kesekî Ereb ku di destê wî de bi belgeyeke sexte hat, xwest bi min bi zorê bide îmzekirin, min îmze nekir.”
Şêniyên gund diyar dikin ku eger destwerdan neyê kirin, weke ku di serdema Sedam de dihat kirin, di çarçoveya proseyeke nû ya Erebkirinê de dê milk û zeviyên wan ji destê wan bê stendin.
Yek ji şêniyên gund Omer Şaswar jî diyar kir ku ji ber Ereban li dijî wî doz vekirine hatiye desteserkirin û paşê bi kefalet hatiye berdan. Şaswar ragihand ku Ereb hatine mala wî gef li wî xwarine, lê nelê dîsa ew hatiye desteserkirin.
Omer Şaswar dibêje “Komek ji 8-9 kesan ku bi traktorê hatin gund dest bi cotkirina zeviya min kirin. Min mudaxele kir, min got ev der ji bav û kalên min mîras maye û em ê destûrê nedin ku hûn çot bikin. Doz li min vekirin. Em çûn dadgeha Dubizê, gilî li min kirin qaşo ku min gef li wan xwariye.”
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin Erebên hawirde yên ku hatine herêmê, heta niha dest danin ser 300 donim erdên kurdan. Kurdên li herêmê hêvî dikin ku parlamenterên kurd ên li Parlamentoya Iraqê mudaxeleyî rewşê bikin. Lê parlamenterên kurd ên Kerkûkê balê dikişînin ser wê yekê ku divê parlamento dest bi civînên xwe bike û komîsyona ku berê li ser vê mijarê hatibû avakirin bê aktîfkirin.
Parlamentera Kerkûkê ya Parlamentoya Iraqê Dîlan Xefûr got “Biryara ku rejîma Baas girtiye hê jî tê bicihkirin. Komîsyona di heyama berê ya parlamentoyê de hat avakirin, di vê mijarê de hin dosya amade kirin. Dema ku parlamento careke din dest bi rûniştinên xwe bike, em ê bixebitin ku ev komîsyon xebatên xwe bidomîne.”
Li gundê Çakmakê ku berê 100 malbat lê dijiyan niha ji ber metirsiya DAIŞê 9 malbat lê dijîn. Niha ji 30 gundên Kurdan ên navçeya Dubizê tenê 4 gundên wê bi tevahî tije ne. Gundên din ji aliyekê ve di çarçoveya metirsiya DAIŞê û ji aliyê din ve hewlên Erebkirinê li ber valakirinê ne.
Projeya Erebkirina Kerkûkê
Piştî ku Partiya Bees bi darbeyeke leşkerî ya sala 1968an bû desthilatdar, li Kerkûk û derdora wê pêvajoya Erebkirinê da destpêkirin. Di vê pêvajoyê de bi deh hezaran malbatên kurd bi darê zorê ji herêmê hatin derxistin.
Erdên kurdan bi tapoyên ku ji aliyê rejîma Beesê ve dan Erebên ku ji herêmên din ên Iraqê anîbûn û ew li gundên Kurdan hatin bicihkirin.
Vê yekê bi taybetî piştî Sedam bandoreke mezîn li ser niştecihbûnên Iraqê kir. Piştî ku di sala 2017an de rêveberiya Bexdayê Erebê Sunne Rêkan Cibûrî weke parêzgarê Kerkûkê destnîşan kir, Erebên ku bi piştevaniya hêzên ewlehiyê li gelek navçeyan ketine gundên kurdan û bi îdiaya ku erd û milk ên wan in dîsa dest bi koçberkirina Kurdan kirin.
Rudaw
