Nêçîrvan Barzanî daxwazê ji Hikûmeta Iraqê dike malbatên şehîdên kîmyabarana Xoşnawetî qerebû bike
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek bi boneya salvegera şehîdên kîmyabarana devera Xoşnawetî ji aliyê rêjîma berê ya Iraqê ve belav kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” nivîsî: “Di salvegera şehîdên kîmyabarana Balîsan, Şêx Wesnan û geliyê Xoşnawetî de, wan bi rêzdarî bi bîr tînin. Li pêş giyanê wan ê pak em rêz û hurmetê nîşanî didin. Silavê ji kesûkarên wan ên serbilind re dişînin û daxwazkar in Hikûmeta Federalî ya Iraqê wan qerebû bike.”
Roja 16/04/1987ê firokeyên şer ên rejîma Beis a rûxandî bi çekên kîmyayî yên qedexe navçeyên Balîsan, Şêx Wesan û geliyê Xoşnawetî bombebaran kirin û nêzîkî 263 welatî şehîd bûn û 650 kesên din jî birîndar bûn.
K24
