Li Mêrdînê jinek mirî hat dîtin
Li navçeya Kerborana ser bi Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê Emîne Cebe ya 23 salî mirî hat dîtin.
Li navçeya Kerboran a Mêrdînê Emîne Cebe ya 23 salî roja Pêncşemê bi şev piştî ku ji ber sedemeke nayê zanîn bi malbata xwe re pev diçe ji mala xwe derdikeve. Termê Emîne Cebe ya 23 salî destê sibehê di înşaatekê de hate dîtin.
Malbata Emîne Cebe tevî hemû lêpirsîn û lêgerînan ti agahiyek ji keça xwe wernegirtin lê termê Emîne Cebeyê ji aliyê zarokan ve di înşaatekê de daliqandî tê dîtin.
Piştî agahdarkirina zarokan, malbat û tîmên tenduristiyê diçine cihê bûyerê. Termê Emîne Cebeyê ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kerboranê.
Piştî otopsiyê termê Emîne Cebeyê ji aliyê malbatê ve hat binaxkirin.
Rudaw
