Li Rihayê jineke Sûrî serjêkirî hat dîtin
Li navçeya Xelîliyê ya ser bi parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê ve jineke penaber a Sûrî ya 18 salî bi navê Yasemîn el Casim li mala xwe kuştî hat dîtin ku serê wê hatibû jêkirin. Hêzên Polîs hevjînê wê jinê desteser kirine û dest bi lêkolînên xwe kirine.
Termê wê jina penaber a Sûrî roja Pêncşembê 7ê Nîsana 2022an li taxa Sirrinê ya navçeya Xelîliyê li mala wê hatiye dîtin.
Yasemîn el Casim a 18 salî du sal bûn ku zewicî bû û li qata duyem a apartmanekê li taxa Sirrîn a navçeya Xelîliyê dijiya.
Li gor agahiyên mirovên Yasmîn, ev çend roj bûn ku ne diyar bûye.
Piştî ku malbat û kesûkarên wê xwestine peywendiyê pê re bikin lê belê ti dengek jê nehatiye, çûne ber deriyê mala wê û piştî ku deriyê malê dişkinîn, termê wê li erdê dibînin ku serê wê ji laşê wê hatiye jêkirin.
Li ser agehdarkirinê, tîmên polîsan diçin cihê bûyerê û dest bi lîkolînê dikin. Hatiye ragihandin di lêkolînan de derketiye holê ku çend derbên kêran li wê jina penaber a Sûrî ketine û paşê jî serê wê hatiye birîn.
Termê wê penabera Sûrî bo Pizîşkiya Dadê ya Rihayê hatiye şandin daku rapora otopsiyê were amadekirin.
Hêzên polîs hevjînê Yasemînê, Ehmed Salih desteser kirine.
Li gor amarên fermî, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 3 milyon û 746 hezar û 674 penaberên Sûrî hatine bicihkirin, ji wê hejmarê jî 3 milyon û 695 hezar û 607 kes li bajaran dijîn û 51 hezar û 67 penaber jî di kampan de dijîn. Herwiha 193 hezar û 293 penaberên Sûrî jî welatînameya Tirkiyê wergirtine.
Rudaw
